Bilez diçûm liber derî

Bilez diçûm liber derî 
Min dî vekir nazik perî 
Mêşa hingiv jisingê firî

Min bawêkir bidizîke 
Derî bigre biwan telîke 
Tu bixêr hatî mal rehnîke 

Libejna zirav şûhî kember 
Diçev şînin jikehnîye kewser 
Heyvê ew dît kişand keser 

Kesên hiner tev civîne 
Bihemî renga lihev anîne 
Tablo dîyer û mizgîne 

Kofî danî bireng beharê 
Nîşan girtin libejin û balê
Çar kêr dijwar likar xizalê 

      Helbestvan Esmaeil

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس