ROHlLAT

/ROHILAT/
Buhar e..
gundê me xemla xwe Girêda 
Bû xemrevîn
Bû bûka salê
Rokê tîrêjên fedyok 
Diyarî xaniyên Kevrîn dikir
Li ser daran
Çivîkan bi awazên nazenîn 
kêf diavêtin dilê gundiyan 
Li benda te bûn
Ez û buhar
Me hêviyên xwe 
Li ser tehtên jorîn radixistin
Çavên me 
Westiyan , qerimîn li benda te
Weke gulberojan Geşbûn
Mereqa wan hilatina rojê bû
Kêlî dibûrîn
weke bahozên tîran 
di kulekên canê min re
Dibûrîn 
Mîna ecacoka bayîzê 
Tenê ..
ez û buhar 
Fena du evîndaran
Me xwe li hev dipêça Rêyên gund di pîvan
Roja delal!!
Bejna xwe ya qeşeng dirêj dikir 
Dida ber qama spîdaran
Rojê li me hilat
nizanim Ne roj yan yar bû
Baran dibarî nizanim
Rondikên ezmên yan yên min bûn
✍SELAM ZEHRAB

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس