صورة تعبيرية
bi agirê evîna te ezê saaar û sermaya zivistanê bi dawî bînim
ji bîrêkirina hênikiya siya darên şehwî û newalên te ezê tîîîn û germa havînê jî biqedînim
di mekra bîranînên min û tede ezê radaştina xem û kulên xwe bikim û birînan bikewînim
lê ezê çawa wêneyên te yên bedew ku di çavên min de cîh girtine bişewitînim
ezê çawa rûpela bîranîîîn û xeyalên min yên ku bi şaxên dara zêtûnê hatine nivîsandin biçirînim
ma ezê çawa bı hêsanî evîna te ya salan ji dil û baweriyên xwe bı derînim
bila her kes bizanibe
nîjadperestim ez bi eşqa te
serxweş û mestim bi evîna te
Beko ewanim ger ji bilî min hebin memê te
kengî tu ewlekar bî ew jibo min bextewarî û ROJ hilate ..
kengî tu ewlekar bî ew jibo min bextewarî û ROJ hilate ..
Edhem umer
تعليقات
إرسال تعليق