RÊBEREK
RÊBEREK Jİ MERE DİVÊ
Rêberek ji mere divê
Gel li dora xwe bicivînê
Bike doza sexwebûnê
Xwe ji dijminre naçemînê
**********
Şigvanek ji mere divê
Go nîşanê ji dûr bînê
Sengerê şer şiyar bê
Berevan û parêzvan bê
**********
Rêzanek ji mere divê
Rewşa me baş bixwînê
Dosê li ser masê deynê
Pêşeroja gel bibînê
**********
Qehremanek ji mere divê
Bi moralekî bilndbê
Roja cengê di şer debê
Li çar parçe xwedî rolbê
**********
Endeziyarek ji mer divê
Çekdar bi ilim û zanyarbê
Kerpîç bi kerpîç avakê
Kurdistanê rizgarkê
**********
Textorek ji mere divê
Rêkê ji mere bibînê
Robar sorbûne ji xwînê
Derman bikê birînê
**********
Rêxistinek ji mere divê
Bi rêk û pêk û polabê
Ji hestê Milet ne dorbê
Li buyera diyarbê
**********
Dilsozek ji mere divê
Pişta milet ji rastbê
Ew xemxwarê welate bê
Ne nan doz û peyabê
**********
Li nav me çandin pir gilêş
Van rêberê zikgamêş
Dest bidin hev herin pêş
Da dermanbin derd û êş
**********
Şiyar Alyanî 2022/12/5
تعليقات
إرسال تعليق