Derdê Delalê
Derdê Delalê
Ferata ravê ji bîrê vejîne
Ji tonê gula hingiv vedrijîne
Serê biska li ber surê dihejîne
Bi noşiyê hingivjenê vedmijîne
Dilê min, bi Delalê şox û şade
Bi firiştê buhişta te Ho nade
Xwe lê kir kûra kînê tu bê dade
Disincirîne sotê di bera de
Çima derdê te rêgere di dil wê..?
Te pêdar û te qar kir di paxil wê
Kirî lê mîna zenga di simbil wê
Disoje bi perenga di şewil wê
Erê Ho haleke li bin hingil kir
Te hestê min li ser Delalê sil kir
Kul û kovaniya cê xwe di dil kir
Ewê ẍemgînê hişî ji aqil kir
Serê pizikê Ho bizerpiçîne
Tu hala xwe ji tîtê bipiçîne
Eva cergê mi vaye lê biçîne
Giyanê min li gel biqurmiçîne
Bikêşe Ho tu jê taya bijartî
Te pê nava Delalê vepixartî
Elem û zoẍ û jan tê de veşartî
Çima lo ev jiyan jê re hinartî..?
Dikim ji te lavij û sed niyazî
Bi hêmen û hewar û qîr û gazî
Bicîbîne ji min re ev daxwazî
Derdê Delalê di xwîna min birazî
27/11/2022
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
تعليقات
إرسال تعليق