şev bûn dirêJ
( şev bûn dirêJ. ).
şev bûn dirêj tarî û sar
dîsa roj bûn xembar û ar
buhar li me bû êş û azar
dax û key dil de bûn hezar
***. ***. ***
dîsa te tîr di dil de çikand
şahî ji ser lêva revand
çerxa felekê li me gerand
sed ax û ahîn dilde çand
***. ***. ***.
zer bû behar gul çilmisîn
soz û biryar tev derizîn
xewn û hêvî zû ji me dizîn
Qeyd û bend di lingan.de rizîn
***. ***. ***.
Ez kirim li nav agirê dojê
Evîna wê dil disojê
ma wê kengî ew roj werê
xweziya min bi wa rojê berê
***. ***. ***.
şiyar Alyanî 2020/2/10
تعليقات
إرسال تعليق