aDar

aDar
Dar bi mêwan xwe dipesne
Ne  bi tov û ne reha
Bi kulîlkan ew dixemle
Bejn  û bala xwey buha
Bi şemal û şox û xêzê
Bû  mexelgeha seha
Hem hêlîna firindaye
Hem  zozanê ejdeha
Payiza bê bextî lê tê
Salmidêrî  ne meha
Bi êş û janê dijîne
Lê  dike zer bergeha
Rez û daristan û devî
Li  dor kevne keleha
Zivistanek bê xunave
Çem  û rûbarên zuha
Qurm û şax û mêw ne hiştin
Gele  dikin pelgeha
Ji nav kezyan der dûmane
Reş  kirin gehya gîha
Vemirandin tav û şewq lê
Ta  bi roka sibeha
Dar birrîne her ji kokê
Wan  ji mêj de ne j`nuha
1999
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس