Her şav

Her şav 

Dengê te û hêvîyn mi
Di bin balgehê min
Kulîlk di din
Li ser lêvên xwe 
Xayalin ta didrûm
Û di wêneyn canê min de

Weke morîkên rengîn
Li ser dîwarên bîr anînê

Yarê were
Berî felek me par bikê
Û rondikên çavan zûhabibin
Were amê van kulîlkan
Av bidin
Berî awra sipî dûr here
Were barî kanî bi miçqa
Û goşiyên şêrîn hilweşin

Bi lezka berî çerxa felekê
Me ji bîr bike
Van herdû baskên min
Li nav bihna kziyên te de
Di firin
Sozên şêrîn dilop bike
Li ser lêvê mêwan
Bera Awê çiyayê sor 
Şîn bibin
Were em vegerin 
Wek di zarokan
em bi gokên berfê
Bi lîzin
Û bi çar bêkan 
Bi alî wênên xwe herin
Berî peyêz bê
Û hêvî bi çilmisin
Li nav destê me
Û xewna meyê şêrîn
Bê dizîn
Û am di xeaw de

 xidir şakir✍

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس