VîNA DlL

VÎNA DIL

Sêv û heyva min dile
Çima îro   j,min   sile
li hêviya  wê  mame
ji ber  kû  vîna  dile

aşiqê wê herim  ez
li baxê wê dibim ez
çimko vîdara mine
niza  çima  bê  dile

were ba min hevalê
tu  ya   minî   delalê
vîna xwe nûjen bike
da herin derd û kule

xweşî werê dilê me
zêde bibê eşqa me
bilbil werê warê me
bi xwînê  j,nîva  dile

ji bo vîna me xweş bê
rûyê simko jî geş bê
li  şahiya  min  û  te 
xweşî   bête  ji  dile

simko .hewlêr dîwana4 --4
   .1/12/2021

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

خواطر أدبية

خلف الجدار

خواطر أدبية. . . خيوط الشمس